Midipod
By Midipod
MidipodApr 21, 2020
Karantînaya ji ber nexweşiya Koronayê
Hikûmeta AKPyê biryar girt ku kesên ji derveyê Tirkiyeyê werin li hin bajaran di bin karantînayê de bimînin. Vahdet Uçar yer ji van kesan e ku ji Polonyayê hat û ew li bajarê Orduyê li wargeheke xwendekaran xistine bin karantînayê. Uçarê behsa rojên xwe yên li Polonyayê, di dema nexweşiya Koronavirusê ango Covid-19ê de girt kir. Vahdet Uçarê her weha rêwîtiya xwe ya ji Polonyayê ber bi Tirkiyeyê û rojên karantînayê vegot.
Amed- Sertaç Kayar: Koronavirus bandoreke çawa li jiyanê kiriye
Koronavirus, jiyana li malê û zarok
Ji ber koronavirusê li gelek welatan derketina derve hatiye qedexekirin. Li hin welatan jî tedbîrên giran hatine wergirtin. Welatiyên li van welatan dernakevin derve û jiyan li malê berdewam e. Di vê bernameyê de em ê behsa jiyana li malê bikin, bi taybet ji bo malbatên zarokên wan hene. Dersdara pêşdibistaneke taybet Delal Kazici wê ji me re bibêje bê ka dê û bav ji bo zarokên xwe dikarin çi bikin.
Li Fransayê rewşa niştecihan a li hemberî koronavirusê
Akademîsyen Engin Sustam di vê beşê de ji me re behsa rewşa Fransayê ya li hemberî vê krîzê dike